Tanrikulu: Meha Kanûnê mafê jiyanê yê 227 kesan hat binpêkirin

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu ragihand, di Kanûna 2022an de mafê jiyanê yê 227 kesan hat binpêkirin.Sezgin Tanrikulu rapora binpêkirina mafan a meha Kanûna 2022ê, îro 29ê Çileya 2023ê eşkere kir.Tanrikulu got: “Di meha Kanûnê de 3 li girtîgehan,…

30 Çile 2023

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu ragihand, di Kanûna 2022an de mafê jiyanê yê 227 kesan hat binpêkirin.

Sezgin Tanrikulu rapora binpêkirina mafan a meha Kanûna 2022ê, îro 29ê Çileya 2023ê eşkere kir.

Tanrikulu got: “Di meha Kanûnê de 3 li girtîgehan, 3 ji ber xemsariya fermî bi tevahî mafê jiyanê yê 227 kesan hat binpêkirin. Herwiha 86 di girtîgehan de bi tevahî 380 bûyerên îşkenceyê rû dan, ku 2 li hember zarokan bû.”

Tanrikulu derbarê rêgirîkirina çalakiyan de dibêje, meha Kanûnê hêzên emnî midaxeleya 29 çalakiyan kirine û 7 çalakî hatine qedexekirin. Di van çalakiyan de 393 kes hatine desteserkirin û 73 jî ji ber beşdariya çalakiyan ceza wergirtine.

Tanrikulu got: “Meha Kanûnê 5 rojnamevan hatin desteserkirin, 2 rojnamevan hatin girtin, li dijî 2 rojnamevanan doz hatin vekirin û dadgehê ceza 2 rojnamevan birî. Herwiha 2 rojnamevan rûbirûyê êrîşê bûn. 44 malperên nûçeyan hatin astengkirin. Ji ber mafê raderbirînê bikar anîn derbarê 17 kesan de lêpirsîn hat destpêkirin, 23 kes hatin girtin û 9 kesan jî ceza wergirtin.”