Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê di daxuyaniya xwe de dibêje;
“Mixabin di heftiya borî de çendîn caran erdhejek bi hêza 5.9 rîxterê li bajar û gundên derdora parêzgeha Urmiyê hejandiye.
Di erdhejê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 816 kes jî birîndar bûn, bi taybetî li gundên nêzî navenda erdhejê gelek xanî hilweşiyan.
Erdheja ku di demsala serma û seqemê ya niha de li herêmê rûda, bûye sedema gelek kêşeyan bo xelkê wî bajarî û navçeyên derdora wê, bi taybetî awayê rizgarkirina xelkê û awayê ku dezgehên hikûmetê bûne sedema nerazîbûnên mezin. Lê wek her carê kurdên ji herêmên din jî daxwazên gelê xwe û herêmên erdhejlêdayî bi cih anîn û li gorî îmkanên xwe çadir, xwarin û alavên germkirinê dabîn kirin.
Navenda Hevkariyê sersaxiyê ji malbatên wan kesan re dixwaze û hêviya başbûnê ji kesûkarên qurbaniyan re dixwaze. Bi berçavgirtina bernameya berê ya dezgehên hikûmî û dewletî yên Komara Îslamî di demên wiha de, ku bi xemsarî û gendeliya xwe xwê li birînên xelkê zêde kirine, daxwaz ji gelê Kurd dike ku erkên xwe yên mirovî û netewî bi cih bîne.”
Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê
Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê derbarê erdheja bajarê Xoyê de daxuyaniyek belav kir
Navenda Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê di daxuyaniya xwe de dibêje;“Mixabin di heftiya borî de çendîn caran erdhejek bi hêza 5.9 rîxterê li bajar û gundên derdora parêzgeha Urmiyê hejandiye.Di erdhejê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 816…

