Heyeta PAKê Li Amedê Serdana Partîya Saadetê Kir

Heyeta PAKê ku ji Alîkarê Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur, Vahit Aba, endamên Meclîsa Partiyê ya PAKê Mîrza Akar, Salih Kaplan û Îsmaîl Edîs pêk dihat li Amedê serdana Serokatiya Partiya Saadetê ya li Amedê kir.Li ser navê Serokatiya…

19 Çile 2023

Heyeta PAKê ku ji Alîkarê Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur, Vahit Aba, endamên Meclîsa Partiyê ya PAKê Mîrza Akar, Salih Kaplan û Îsmaîl Edîs pêk dihat li Amedê serdana Serokatiya Partiya Saadetê ya li Amedê kir.

Li ser navê Serokatiya Partiya Saadetê ya li Amedê Abdurrahman Ergin û heyeta pê re pêşwaziya heyeta PAKê kir.

Heyeta PAKê di civînê de daxwazên kurdan yên acîl bi bîr xist û diyar kir ku ji bo ku daxwazên kurdan bêne cih û bixe rojeva siyasetê û civakê divê Partiya Saadetê bi erka xwe bîne cih.

Li ser navê Partiya Saadetê Abdurrahman Ergîn axivî û diyar kir ku çareseriya pirsgirêka kurd di rojeva wan de ye û ew piştgiriyê didin gavên di vê meselê de bên avêtin.

Di hevdîtinê de ku di atmosfereke germ de birêve çû, her du heyetan tekezî li ser berdewamiya diyalogê kirin û hêviya serkeftinê ji hev re xwestin.

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

3-352.jpg2-382.jpg