Ji Gulser Yıldırım re ceza hate birrîn

Parlamentera HDPê ya Mêrdînê Gulser Yildirim ku niha girtî ye, bi hinceta ‘endamtiya rêxistina çekdar’ 7 sal û 6 meh ceza lê hat birrîn.

19 Nîsan 2018

Doza Gulser Yildirim îroli 3. Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin û parêzerên Yildirim beşdarî rûniştina dadgehê bûn.

Di encama dadgehê de bi hinceta ‘endamtiya rêxistina çekdar’ 7 sal û 6 meh ceza li parlamentera HDPê hat birîn.