Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê derbarê êrişa li Parîsê de peyam da

Konsulxaneya Giştî Amerîkayê ya li Hewlêrê bi boneya êrişa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê peyameke serxsaxiyê belav kir û ragihand ku ew di vê roja trajedî de hevsoziya xwe li gel endamên civaka Kurd û…

25 Kanûn 2022

 Konsulxaneya Giştî Amerîkayê ya li Hewlêrê bi boneya êrişa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê peyameke serxsaxiyê belav kir û ragihand ku ew di vê roja trajedî de hevsoziya xwe li gel endamên civaka Kurd û xelkê Fransa nîşan didin.

Karvedanên li hember êrîşa duh ya li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê ku sê kesên Kurd canê xwe ji dest dabûn bedewam in.

Konsulxaneya Giştî Amerîkayê ya li Hewlêrê jî êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê şermezar kir û hevxemiya xwe bo qurbaniyên wê êrîşê nîşan da. 

Konsulxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê dibêje Ew di vê roja trajedî de hevsoziya xwe li gel endamên civaka Kurdî û xelkê Fransa nîşan didin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê serxweşiyê li kesûkarên qurbaniyên êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li Parîsê dike. Di vê roja trajîk de em bi raman, dua û hevgirtina xwe bi civaka Kurd û gelê Fransa re ne.”

Duh li navenda Parîsa paytexta Fransayê kesekî temen 69 salî bi çekê êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertraşxaneyekê kir û di encamê de 3 Kurdên ji Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Ew welatiyên Kurd ku canê xwe ji dest dane ev in: Hunermend Mîr Perwer xelkê navçeya Gimgima Mûşê, Emîne Kara xelka navçeya Qilebana Şirnexê û Ebdullrehman Kizil.

Kesê Êrîşkar ku ji aliyê polîs ve hatiye girtin û heta niha sedema li pişt êrîşê nehaitye zanîn.