Li Ezazê bi wesayîta bombebarkirî êriş

Hat ragihandin ku li nêzî avahiya Meclîsa Herêmî ya Ezazê bi wesayîta bombebarkirî êriş pêk hatiye û li gorî agahiyên destpêkê di encamê de jî mirî û birîndar hene.

12 Nîsan 2018

Li gorî Sputnikê ji herêmê li nêzî avahiya Meclîsa Herêmî bi wesayîta bombebarkirî êriş pêk hatiye û di encamê de jî mirî û birîndar hene.

Hat ragihandin ku têketin û derketinê li herêmê hatiye qedexekirin û hêzên herêmî derbarê êrişê de lêkolîn dane destpêkirin.

Agahî tên…