Li Stenbolê ji ber protestokirina êrişên Tirkiyê 73 kes hatin desteserkirin

Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê, polîsan êrîşî protestoyên dijî êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê kirin û 14 kes desteser kirin. Li tevahiya Stenbolê jî 73 kes hatin desteserkirin.Li navçeyên Esenler, Beşiktaş, Bahçelievler, Esenyurt, Gaziosmanpaşa, Avcilar û…

22 Mijdar 2022

Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê, polîsan êrîşî protestoyên dijî êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê kirin û 14 kes desteser kirin. Li tevahiya Stenbolê jî 73 kes hatin desteserkirin.

Li navçeyên Esenler, Beşiktaş, Bahçelievler, Esenyurt, Gaziosmanpaşa, Avcilar û Kartalê yên Stenbolê 21ê Mijdarê heta derengê şevê alîgirên HDPê bi bilindkrina dirûşmên “Ji şer re na, desthilat dibêje şer, gel dibêje Kobanî, bijî berxwedana Kobanî û Kobanî neket û nakeve” meşiyan û nerazîbûna xwe li dijî oparasyonên artêşa Tirkiyeyê yên dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê anîn ziman.

Li Esenyurtê jî xelk civiyan û xwestin daxuyaniyekê bidin, lê polîsan nehiştin daxuyanî bê dayîn û êrîşî xwepêşanderan kirin. Di encama aloziyan de polîsan 14 kes desteser kirin.

Herwiha hat ragihandin ku li tevahiya Stenbolê di xwepêşandanên dijî êrîş û operasyonên Tirkiyê de 73 kes hatine desteserkirin.

20ê Mijdarê, firokeyên şer F-16 ên artêşa Tirkiyê çendîn navçe li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê kirin armanc, di encam de li Rojavayê Kurdistanê 29 kesan canê xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn.