HSD: Nêzîkî 100 malbatên rêxistinên El-Qaîdeyê li Efrînê hatine bicihkirin

Rêveberê Navenda Ragihandinê ya HSDê Ferhad Şamî da zanîn, îstixbarata dagirker dest bi veguhestina malbatên çekdaran ji bo Efrînê û bicihkirina wan kir.Li gor zanyariyan, do nêzîkî 100 malbatên rêxistinên El-Qaîdeyê hatine Efrînê.Ferhad Şamî li ser hesabê xwe yê twitterê…

14 Mijdar 2022

Rêveberê Navenda Ragihandinê ya HSDê Ferhad Şamî da zanîn, îstixbarata dagirker dest bi veguhestina malbatên çekdaran ji bo Efrînê û bicihkirina wan kir.
Li gor zanyariyan, do nêzîkî 100 malbatên rêxistinên El-Qaîdeyê hatine Efrînê.

Ferhad Şamî li ser hesabê xwe yê twitterê derbarê mijarê de agahî parve kir û got: “Beriya demekê Heyet Tehrîr El-Şam derbasî Efrînê bûn û kombûna xwe ewle kirin. Pişt re çekadarên Hiras Eldîn li başûrê Efrînê bi cih bûn.”

Ferhad Şamî eşkere kir: “Niha îstixbarata dagirker dest bi veguhestina malbatên van terorîstan ji bo Efrînê û bicihkirina wan dike û wê li malên Kurdên derbider wan bi cih bikin.”

Herî dawî got: “Do nêzîkî 100 malbatên rêxistinên El-Qaîde hatin Efrînê.”