Li Sine 11 welatiyên sivîl ji aliyê hêzên hikûmetê ve hatin revandin

Li gor zanyarîyên herî dawî yên Rêxistina Mafê Mirovan a Hangaw ê. Îro.Duşemî, 9ê Mijdar ê 2022, 11 welatiyên Senendajê yên bi navên Selam Selahiyan, Heyder Nusretî, Riza Heyderî, Fûad Necefiyan, Baram Necefiyan, Edîb Qaderî, Mêhrgan Silêmanî, Kamyar Qaderî, Cemal…

10 Mijdar 2022

Li gor zanyarîyên herî dawî yên Rêxistina Mafê Mirovan a Hangaw ê. Îro.Duşemî, 9ê Mijdar ê 2022, 11 welatiyên Senendajê yên bi navên Selam Selahiyan, Heyder Nusretî, Riza Heyderî, Fûad Necefiyan, Baram Necefiyan, Edîb Qaderî, Mêhrgan Silêmanî, Kamyar Qaderî, Cemal Yûsfî, Ehvan Xademî û Keyvan Mihemedî hatin girtin.

Li gor raporta ku gihîştiye Rêxistina Mafê Mirovan a Hangaw; Roja Pêncşemî 29ê Îlona 2022ê, Selam Selahiyan, Husên Nûsretî û Riza Heyderiyan ji aliyê dezgehên îstixbarata Komara Îslamî ya Îranê ve ji malên xwe hatine revandin ê.

Di berdewamiya van girtin û revandinan de, Fûad û Baram Necefî di destpêka Çiriya Pêşîn a sala 2022`an de ji aliyê hêzên hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê ve li nav cade û kolanan hatin revandin û bo cihekî nediyar hatin birin.

Herwiha di rojên 12 û 13ê Cotmehê de jî hunermend û stranbêj Edîb Qaderî û Mêhrgan Silêmanî ji aliyê dezgehên îstixbarata hikûmetê ve hatibûn destbiserkirin û derbarê çarenivîs û rewşa wan de ti zanyarî li ber dest nînin.

Di berdewamiya revandina hemwelatiyên Kurd de, roja Şemî 14ê Çiriya Pêşîn, Cemal Yûsfî û roja din 15ê Çiriya Pêşîn, Ahun Xademî û Keyvan Mihemedî ji aliyê hêzên hikûmetê ve ji Azadî li bajarê Senendcê (Mayan Îqbal) hatin revandin û piştre bo cihekî nediyar hatin veguhestin. 

Li gor zanyariyên Hangaw, heta niha herî kêm 5 kes li girtîgehên hikûmetê yên bajarên Urmiye, Sana, Seqiz, Îlam û Tehranê de, ji ber zextên curbicur bi taybet îşkenceyên derûnî û laşî jiyana xwe ji dest dane.