Li Bexdayê teqîn: Mirî û birîndar hene

Li herêma Banûkî ya li rojhilatê Bexdayê tankereke sotemeniyê teqiya. Li gorî agahiyên destpêkê 9 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar hene.Li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê di dema lîstika futbolê de li nêzî stadyumeke teqînek…

30 Cotmeh 2022

Li herêma Banûkî ya li rojhilatê Bexdayê tankereke sotemeniyê teqiya. Li gorî agahiyên destpêkê 9 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar hene.

Li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê di dema lîstika futbolê de li nêzî stadyumeke teqînek çêbû.

Li gor agahiyên berdest sedema teqînê tankereke sotemeniyê bûye û avahiyên li nêzîkî bûyerê jî wêran bûne.

Derbarê bûyerê de peyamnêrê Rûdawê jî ragihand ku hejmareke mirî û birîndar hene.

Çavkaniyeke ji Bexdayê ragihand ku di bûyerê de 9 kesan canê xwe ji dest dane û 12 kes jî birîndar bûne.

Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, teqînek li bakurê rojhilata Bexdayê rû da.

Herwiha hat zanîn ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê li ser wê bûyerê lêkolînan dikin û heya nayê zanîn ka sedema teqîna tankê ji ber çi bûye.

 

ÇAVKANΠ: RUDAW