Erdoğan û Rûhanî dicivin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî civiyan. Mijara sereke ya rojeva civînê krîza Sûriyê ye.

4 Nîsan 2018

Serokomarê Hesen Rûhanî, duh êvarê gehîştibû Enqerê û îro di Koşka Serokomariyê de bi Serokomarê Recep Tayîp Erdogan re civiya.

Hat ragehandin, mijara sereke ya civînê krîza Sûriyê ye û piştî civînê jî, dê Putîn, Erdogan û Rûhanê ji bo “Lûtkeya Sêalî ya Tirkiye-Rûsya û Îranê de” werin ba hev.