Di 28emîn roja serhildanan de, di seranserê Rojhelatê Kurdistanê de serhildan berdewam e

Duh şev li bajarên Rojhlatê Kurdistanê de li bajarên weke, Sine, Kirmaşan, Merîwan, Mehabad, Seqiz, Îlam, Şino, Bokan, Kamêran, Pîranşar, Bane, Selasa Bavecanî û hin bajarên din yên Rojihlatê Kurdistanê keç û xortên bivêr û şoreşger rijiyane ser şeqaman û…

14 Cotmeh 2022

Duh şev li bajarên Rojhlatê Kurdistanê de li bajarên weke, Sine, Kirmaşan, Merîwan, Mehabad, Seqiz, Îlam, Şino, Bokan, Kamêran, Pîranşar, Bane, Selasa Bavecanî û hin bajarên din yên Rojihlatê Kurdistanê keç û xortên bivêr û şoreşger rijiyane ser şeqaman û li dijî serkutkarî û reftarên dirindane yên hêzên rejîmê xwenîşandan lidarxistin û siloganên jin, jiyan, azadî û mirin bo dîktator dan.

 Li bajarên Seqiz û Bane, di navbera xwenîşanderan û hêzên serkutkar yên rejîmê şer û pevçûn derket û di encamê de hejmarek zêde ji xwenîşander hatin binçavkirin.

Herwisa roja Pênçşemî 22`ê Rezberê hejmarek ji endamên Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan li Seqizê, li îdareya Perwerde û Hînkarî ya wî bajarî amadebûn û li derheq binçavkirin û tundtîjiyên li dijî dersxwanan û çûna bi bê belge ya hêzên ewlehî yên kinc şexisî bo xwandingehan û teqekirin û serkutkkirina dersxwanan nerazîbûna xwe nîşandan û daxwaza bersivdanê kirin.

Çavkanî: Kurdistan Media