Xwenîşandanên nerizayetî yên xelkê Îranê li dijî hêzên rejîmê berdewam in

Di 24emîn roja serhildana seranserî ya li bajarên Îranê li dijî serkutkarî û qetlên hikûmetî yên hêzên serkutkar yên rejîmê berdewam in.Duh şev 9`ê Çiriya Pêşîn xwenîşandanên seranserî yên li dijî serkutkariyên rejîmê li bajarên Îranê yên weke, Tehran,Yasûc, Zencan,…

10 Cotmeh 2022

Di 24emîn roja serhildana seranserî ya li bajarên Îranê li dijî serkutkarî û qetlên hikûmetî yên hêzên serkutkar yên rejîmê berdewam in.

Duh şev 9`ê Çiriya Pêşîn xwenîşandanên seranserî yên li dijî serkutkariyên rejîmê li bajarên Îranê yên weke, Tehran,Yasûc, Zencan, Reşt, Kerec, Bender Ebasê û … hin bajarên din bi dana siloganên weke divê besîcî winda be xwenîşandan berdewam kirin.

Li Bender Ebasê xwenîşanderan postera Qasim Sulêmaniyê terorîst agirê berdanê û kerb û kîna xwe li hember rejîma dîktator û dije mirovî nîşandan.

Herwisa bi destpêkirina demsala xwandinê Îbrahîm Reî`sî li zanîngeha El-Zehra, ya Tehranê de amadebû da ku sala nû ya xwandinê destpê bikin lê xwandekaran bi dana siloganên li dijî rejîmê yên weke besîcî bêxîrete û DAÎŞê me hûnin dan û zanîngeh bû cihê serhildan û şoreşê.

Pêka hin dîmenên ku di torên civakî de jî belav bûne hêzên serkutkar yên rejîmê hûndrî her cihekî dibin kelûpelên welatiyan jinav dibin û li ser navê  xwenîşanderan xisarên malî yên bê sînor ji welat didin.

Çavkanî: Kurdistan Media