Yekemîn pêşangaha karîkatorên kurd li Silêmanî

Îro 01 Nîsan 2018 li bajarê Silêmanî yekemîn pêşangeha karîkatorî ya karîkatorên kurd tê lidarxistin.

1 Nîsan 2018

Bi beşdariya 43 karîkatorîstên kurd yên ji seranserê Kurdistanê, îro 01 Nîsan 2018 de di katjimêr 15:30 de bi pêşkêşkirina 182 perçe karîkatoran li hola Mûzexaneya Niştimanî ya Emne Sor li bajarê Silêmanî ji bo 3 rojan dest pê dike.

Piştî sê rojên pêşangehê, dê ji bo karîkatorîstan semînerekê jî were lidarxistin.