Li Elezîzê erd hejiya!

Li bajarê Elezîzê îro saet di dora 00.05an de bi pileya 3,9an erdhejek çêbû.

31 Adar 2018

Li gor zanyariyên Enstîtuya Lêkolandina Erdhejan a Çavderxaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçiyê, li bajarê Elezîz navçeya Sivriceyê erdhejeke bi pileya rexter a 3,9an pêk hat.

 

Erdhej li saet dor 00.05ê şevê çêbû û hat ragihandin ku ji kûrahiya 5 kîlometran a erdzemînê rû daye.