Amerîkayê peyamek ji bo aliyên Iraqî belav kir

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê daxuyaniyek li ser xwepêşandanên Iraqê belav kir û diyar kir ku ew ji ber zêdebûna aloziyan dilgiran in û daxwazê ji hemû aliyan dike ku ji her karekî ku bibe sedema tundûtûjiyê dûr bikevin.Balyozxaneya Amerîkayê…

29 Tebax 2022

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê daxuyaniyek li ser xwepêşandanên Iraqê belav kir û diyar kir ku ew ji ber zêdebûna aloziyan dilgiran in û daxwazê ji hemû aliyan dike ku ji her karekî ku bibe sedema tundûtûjiyê dûr bikevin.

Balyozxaneya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de got, “Nabe ku ewlehî û aramiya Iraqê bikeve metirsiyê û niha dema çareserkirina nakokiyan bi diyalogê ye, ne bi dijayetiyê.”

Balyozxaneya Amerîkayê her wiha bang li xwepêşanderan kir ku rêzê li sazî û dezgehên hikûmetê bigirin ku di xizmeta gelê Iraqê de ne û divê li ser erkê xwe bin.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê her wiha destnîşan kir ku mafê xwenîpêşandana giştî ya aştiyane hêmaneke bingehîn a hemû demokrasiyan e lê xwepêşander jî divê rêzê li sazî û milkên hikûmeta Iraqê bigirin ku yê gelê Iraqê ne û xizmeta gelê Iraqê dikin û divê destûr bê dayîn ku kar bikin