Şandeke fermî ya parlamentoya Yekîtiya Ewropayê serdana Hewlêrê dike

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Ewropayê Dilawer Xalid Ajgeyî diyar kir, di meha Îlonê de şandeke fermî ya parlamentoya Yekîtiya Ewropayê ku kar li ser dosyeya Kurdistan û Iraqê dike, wê serdana Hewlêrê bike û li gel rayedarên Kurdistanê…

22 Tebax 2022

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê li Ewropayê Dilawer Xalid Ajgeyî diyar kir, di meha Îlonê de şandeke fermî ya parlamentoya Yekîtiya Ewropayê ku kar li ser dosyeya Kurdistan û Iraqê dike, wê serdana Hewlêrê bike û li gel rayedarên Kurdistanê bicive.

Li gor Dilawer Xalid Ajgeyî da zanîn, di meha Îlonê de dawî li betlana Parlamentoya Ewropayê tê û civîn û hevdîtinên nûnertiya Hikûmeta Kurdistanê yên li gel Parlamentoya Ewropayê jî dîsa destpê dikin.

Herwiha Dilawer Ajgeyî eşkere kir, Yekîtiya Ewropayê dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê berfiretir bike û yek ji armancên Hikûmeta Kurdistanê jî heman tişt e, lewre wê di meha Îlonê de şandeke fermî ya parlamentoya Yekîtiya Ewropayê ku kar li ser dosyeya Kurdistan û Iraqê dike, wê serdana Hewlêrê bike û li gel rayedarên Kurdistanê bicive.