Li Şingalê liv û tevgerên leşkerî

Artêşa Iraqê, tevî hêzên Heşdî Şeibiyê leşkerên xwe bi hijmareke mezin şandine Herêma Şingalê. Piştî ku ev qas leşker, li herêmê bi cih bûn, Serokê Sererkaniya Iraqê Osman el Ganimi, herêm ziyaret kir.

28 Adar 2018

Hat ragihandin ku Osman el Ganimi bi Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) re jî axiviye.

Osman el Ganimi got ku cihên ku PKKê vala kirine, leşkerên Iraqê wê dagirin.

Hat ragihandin ku Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Asayîşa Êzdîxan jî wê tevlî Artêşa Iraqê bibin.