Li Hewlêrê pêşangeheke wêneyan li ser Komkujiya Kurdên Êzidî hat vekirin

Li Hewlêrê ji bo heştemîn salvegera Komkujiya gundê Koço ya li dijî Kurdên Êzidî pêşangeheke wêneyan hat vekirin.Di pêşangehê de zêdetirî 30 wêne û hin hûrmûr û kincên Komkujiya Kurdên Êzidî hatin pêşkêşkirin.Beşek ji wan wêneyan kuştina jin û zarokên…

16 Tebax 2022

Li Hewlêrê ji bo heştemîn salvegera Komkujiya gundê Koço ya li dijî Kurdên Êzidî pêşangeheke wêneyan hat vekirin.

Di pêşangehê de zêdetirî 30 wêne û hin hûrmûr û kincên Komkujiya Kurdên Êzidî hatin pêşkêşkirin.

Beşek ji wan wêneyan kuştina jin û zarokên Kurd ji aliyê çekdarên DAIŞê ve nîşan didin û di hin wêneyan de jî reva welatiyên Kurdên Êzidî û belgeyên bi wêne yên firotina keçên Êzidî ji aliyê DAIŞê ve hatine nîşandan.

Gundê Koço bi qasî 18 kîlometreyan dikeve başûrê Şingalê, berî 8 salan çekdarên DAIŞê gundî komkujî kirin.

Her wiha salvegera du teqînên mezin ên li nahyeya Gir Uzêr û Sîba Şêx Xidir ku di 14ê Tebaxa 2007an de, du barhilgir ji aliyê hejmarek çekdar ve hatin teqandin û di encamê de zêdetirî 300 Kurdan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 700 kesan jî birîndar bûn.

Rûdaw