Çekdarên El Qaîdê ji Xutayê têne texliyekirin!

Artêşa Sûriyê û çekdarên El Qaîdê li hev kirin ku El Qaîde ji Xutayê derkeve. Li gorî vê lihevhatinê duh bi 17 otobosan çekdar û malbatên wan ji Xutayê hatin derxistin û berê xwe dane Idlibê.

25 Adar 2018

Hat îddîakirin ku dibe ku wan çekdarên El Qaîdê derbasî bajarê Kurdan Efrînê jî bikin.