Cendirmeyên Tirkiyê îşkence li du ciwanên Kurd kirin

Cendirmeyên Tirkiyê du ciwanên Kurd li Dirbêsiyê li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê girtine û bi tundî îşkence kirine û ew vegerandine Rojavayê Kurdistanê.Yek ji wan ciwanan Mihemed Qasim ji Rûdawê re got, wan xwest ji Dirbêsiyê biçin Bakurê…

26 Tîrmeh 2022

 Cendirmeyên Tirkiyê du ciwanên Kurd li Dirbêsiyê li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê girtine û bi tundî îşkence kirine û ew vegerandine Rojavayê Kurdistanê.

Yek ji wan ciwanan Mihemed Qasim ji Rûdawê re got, wan xwest ji Dirbêsiyê biçin Bakurê Kurdistanê da ku di wir re biçin Tirkiyê û piştre biçin Ewropayê lê dema ku wan dîwarê sînorî derbas kir, cendirmeyên Tirkiyê ew girtin û bi kut û daran li wan xistin û ew rût kirin û piştre avêtin aliyê din ê sînor.

Mihemed Qasim diyar kir ku ew û ciwanekî 14 salî yê ji Hesekê bi hev re bûn, kesê ku ew derbasî aliyê Tirkiyê kiriye welatiyekî Ereb ê xelkê gundê Erad a Dirbêsiyê bû.