Li Fransa û Swêdê bo Efrînê xwepêşandan

îro li Parîs û Swêdê ji bo piştgiriya Efrînê kurd daketin kolanan û xwepêşandan dan lidarxistin.

24 Adar 2018

Bi hezaran kurd û piştgirên wan li kolanên Parîsa paytextê Fransayê operasyona Tirkiyeyê protesto kir.

 

Li aliyekî din îro li bajarê Stockholmê yê paytexta Swêdê jî ji aliyê sedan kurdan ve ji bo piştgiriya Efrînê û şermezarkirina dewleta Tirkiyeyê xwepêşandaneke mezin hat lidarxistin.

Xwepêşandaran bi pankereteke mezin ya ku li ser “Efrînê biparêzin” nivisîbû, daxwaza parastinê Efrînê kir û herwisa li ser pankerteke din ya mezin jî “Qetlîama li Kurdistanê bisekinînin” nivisîbû.

swêd.jpg