ENKSê banga berdana Hemîd Îde û hemû girtî û revandiyan kir

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li ser girtiyên endamên partiyên ENKSê li Rojavayê Kurdistanê îro 1ê Tîrmehê daxuyaniyek belav kir.ENKSê bi taybet banga serbestberdana Hemîd Îdê û hemû girtî û revandiyan kir û da zanîn, PYD li ser…

2 Tîrmeh 2022

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li ser girtiyên endamên partiyên ENKSê li Rojavayê Kurdistanê îro 1ê Tîrmehê daxuyaniyek belav kir.

ENKSê bi taybet banga serbestberdana Hemîd Îdê û hemû girtî û revandiyan kir û da zanîn, PYD li ser nediyarkirina çarenivîsa Hemîd Îdê rijd e.

Di daxuyaniya ENKSê hat gotin: “Hevdem e ku welatiyên Kurd di rewşeke aborî û ewlekarî ya xerab re derbas dibin, rêveberiya PYDê di astengkirina jiyanê, di rêya kiryarên tirsandin, ji revandin û geflêkirinê de, berdewam e, da ku welatî di rewşeke nearam û neseqamgîr de bijîn.”

ENKSê da xuyakirin: “Di 12 meha Hezîrana borî de Endamê Partiya Yekîtiya Kurdistanî -Sûriya Hemîd Merwan Îdê, li bajarê Amûdê, rastî berdana guleyan û hewla kuştinê hat, piştre hat revandin û otomobîla wî hat desteserkirin, tevî bangên serbestberdanê hîn jî çarenivîsa wî ne diyar e, ku ev kiryar û binpêkirin jî di demekê de tên, ji ber siyaseta PYDê şêniyên deverê ji encama rewşa aborî ya têkçûyî, dinalin.”

ENKSê kiryarên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku partiya deshilatdar a Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ye, bi tundî şermezar kir û banga diyarkirina çarenivîsa Hemîd Îdê û hemû girtiyan kir.

Herwiha ENKSê bang li aliyê Amerîkî jî kir ku erk û berpirsyariya xwe bicih bîne û fişarekê li rêveberiya PYDê û HSDê bike, da ku dest ji van kiryaran berdin û êdî her kesekî ku ne di nêrîna PYDê de be, neyê girtin û revandin.