Li Zanîngeha Mûşê li ser vekirina pankarta Kurdî alozî derket

Endamên ewlekariya zanîngehê di destpêkê de rê nedan ku xwendekar pankartê vekin.Li Zanîngeha Mûş Alparslanê li ser vekirina pankarta Kurdî alozî derket.Li gorî zanyariyên ku ji xwendekarên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Alparslan ya Mûşê hatine girtin, xwendekaran…

25 Hezîran 2022

Endamên ewlekariya zanîngehê di destpêkê de rê nedan ku xwendekar pankartê vekin.Li Zanîngeha Mûş Alparslanê li ser vekirina pankarta Kurdî alozî derket.

Li gorî zanyariyên ku ji xwendekarên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Alparslan ya Mûşê hatine girtin, xwendekaran di rêwresma derçûyînê ya 23ê Hezîranê de xwestin ku pankarteke ku li ser wê bi kurdî “Şêrîn û xweş e zimanê Kurdî” hatibû nivîsandin vekin.

Xwendekaran ragihand ku endamên ewlekariya zanîngehê di destpêkê de rê nedan ku xwendekar pankartê vekin. Di navbera hêzên ewlekariya zanîngehê û xwendekaran de alozî derket.

Hat diyarkirin ku piştî hevdîtinên bi rêveberiya zanîngehê re, rê hat dayîn ku xwendekar pankartê vekin.

Îsal ji Zanîngeha Alparslan ya Mûşê ji Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî 15 xwendekar derçûn.

(K24)