Li Rojhilatê Kurdistanê mamosteyekî din hat girtin

Hêzên ewlekarî yên Îranê li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, bêyî ti delîlan li mala mamostayê bi navê Mihemed Riza Mûradî lêgerîn kirin û ew girtin.Dezgeha Mafê Mirovan a Hengawê ragihand, roja 14ê Hezîrana 2022an hêzên ewlehiyê yên Îranê bi…

16 Hezîran 2022

 Hêzên ewlekarî yên Îranê li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, bêyî ti delîlan li mala mamostayê bi navê Mihemed Riza Mûradî lêgerîn kirin û ew girtin.

Dezgeha Mafê Mirovan a Hengawê ragihand, roja 14ê Hezîrana 2022an hêzên ewlehiyê yên Îranê bi ser mala endamê Desteya Rêveber a Encûmena Pîşeyî ya Mamosteyên Kurdistanê, şaxa Sineyê Mihemed Riza Mûradî de girtine û ew desteser kirine.

Dezgeha Mafê Mirovan a Hengawê her wiha destnîşan kir ku di destê hêzên ewlehiyê de biryara dadgehê bo girtina Mihemed Riza Mûradî tune bûye û piştî lêgerîna mala wî dest danîne ser telefona wî û ya hevjîna wî.

Li gorî daxuyaniya Encûmena Hevahengiya Rêxistinên Pîşeyî yên Mamostayên Îranê, ev girtin hevdem e ligel greva giştî ya mamostayên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ku biryar e roja Pêncşemê were lidarxistin.

Encûmena Hevahengiya Rêxistinên Pîşeyî yên Mamostayên Îranê hefteya bihurî gotibû, “Eger hevkarên me bê şert û merc neyên berdan û daxwazên rewa yên mamostayên Îranî neyên cîbicîkirin, wê xwepêşandanên pîşeyî berdewam bin.”

4 mamostayên din yên çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê berî niha hatibûn girtin û heta niha nehatine berdan.

Ev demeke dirêj e mamostayên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi daxwaza azadkirina mamostayên girtî, zêdekirina mûçe, wekheviya mûçeya mamostayên xanenişîn ligel karmendên din ên hikûmetê, cîbicîkirina yasaya pilebilindiyê û fêrkirina zimanê Kurdî li dibistanan xwepêşandanan dikin.

Rûdaw