Li Amedê hejmarek rojnamevan hatin desteserkirin

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê herî kêm 10 rojnamevan hatin desteserkirin.Komeleya Rojnemevanan a Dicle Firatê li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kiriye ku polîsan li Amedê bi ser gelek malan de girtine û di nav de Hevserokê Komeleya…

8 Hezîran 2022

 Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê herî kêm 10 rojnamevan hatin desteserkirin.

Komeleya Rojnemevanan a Dicle Firatê li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kiriye ku polîsan li Amedê bi ser gelek malan de girtine û di nav de Hevserokê Komeleya Rojnemevanan a Dicle Firatê Serdar Altan û Rêvebira JINNEWSê Safiye Alagaş jî di nav de herî kêm 10 rojnamevan hatine desteserkirin.

Heta niha kesên hatin zanîn ku hatine desteserkirin ev in: “Ji Ajansa Mezopotamyayê Aziz Oruç û rojnamevan Omer Çelik, Suat Doguhan, Ramazan Geciken, Berivan Karatorak, Esmer Tunç, Neşe Toprak û Zeynel Abidin Bulut.”

Tê pêşbînîkirin ku hejmara desteserkirinan zêdetir bibe.