Şehba | Artêşa Tirkiyê dêra Asûriyan topbaran kir

Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, do êvarî navbera gundên Til Qerah û Um El-Hoşê yên Şehbayê topbaran kirin.Li gor zanyariyan, Artêşa Tirkiyê di wê topbaranê de dêra Asûriyan a li gundê Til Tewîl ê Til Temirê kiriye armanca êrîşan…

30 Gulan 2022

Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, do êvarî navbera gundên Til Qerah û Um El-Hoşê yên Şehbayê topbaran kirin.

Li gor zanyariyan, Artêşa Tirkiyê di wê topbaranê de dêra Asûriyan a li gundê Til Tewîl ê Til Temirê kiriye armanca êrîşan û ziyaneke mezin gihandiye dêrê.

Herwiha hat ragihandin, Artêşa Tirkiyê bi çekên giran Eyn Îsa, Zirgan û gundên Minbicê topbaran kir.