Balafirgehên Kurdistanê hatin vekirin

Wezîrê navxwe yê Iraqê Qasim E'irecî û wezîrê navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî, li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, di kongireyeke rojnamevanî de, vekirina balafirgehên Herêma Kurdistanê li ber geştên navdewletî ragihand.

14 Adar 2018

Berpirsên Herêma Kurdistanê û yên Iraqê dan xuyakirin, ji îro ve û li gorî xişteya wezareta veguhestina Iraqê, geştên navdewletî destpê dikin û balafirgeh hatin vekirin.

Wezîrê navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî got: “Vekirina balafirgehên Herêma Kurdistanê, pêngaveke baş e ji bo çarekirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, em li gel wê yekê ne, ku hemû kêşe bi riya diyalogê û li ser bingeha destûrê bên çareserkirin”.

Derbarê guherînên di rêvebirên balafirgehan de, wezîrê navxwe yê Iraqê got: “Rêvebirên baafirgehan nayên guhertin”.