Balyozê Brîtanya li ser serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Gelekî serkeftî bû

Balyozê Brîtanya yê li Herêma Kurdistanê David Hunt da zanîn, di derbarê serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Brîtanyayê axivî û got, serdan gelek serkeftî bû û ligel Serokwezîr û çendîn rayedarên payebilind ên Brîtanyayê civînên gelek baş pêk…

27 Nîsan 2022

 Balyozê Brîtanya yê li Herêma Kurdistanê David Hunt da zanîn, di derbarê serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Brîtanyayê axivî û got, serdan gelek serkeftî bû û ligel Serokwezîr û çendîn rayedarên payebilind ên Brîtanyayê civînên gelek baş pêk anîn.

Li gor Balyozê Brîtanyayê David Hunt eşkere kiriye: “Di wê serdanê de gelek mijarên girîng hatin qalkirin û armanca wê nexşandina siberoja pêwendiyên Brîtanya û Herêma Kurdistanê ye.”

David Hunt daye zanîn: “Pêwendiya Brîtanyayê ligel Herêma Kurdistanê her dem pêwendiyeke nêzîk û dîrokî û kûr bûye, herwiha pêwendiyeke berdewam e. Serdana hefteya borî ya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek girîng û erênî bû.”

Herwiha Hunt tekez kiriye: “Gotûbêjên ligel serokwezîrê welatê min û rayedarên payebilind ên hikûmeta Brîtanyayê gelek girîng ûn, wê daxwaz û nêrîna hevbeş îsbat dike ku em dixwazin bi hev re ji aliyê bazirganî û asayîş û warên din ve, gelek karên baştir bikin.”