IHD: Girtîgehên Tirkiyê bûne navendên binpêkirina mafên mirovan

Komeleya Mafên Mirovan (IHD) ragihand ku girtîgehên Tirkiyê bûne navendên binpêkirina mafên mirovan û îşkence û kiryarên xerab lê zêde bûne û tekez dike, tevî hemû daxwazan jî 605 girtiyên nexweş ku rewşa wan giran e, nayên berdan.Şaxên Edene, Mêrsîn,…

18 Nîsan 2022

 Komeleya Mafên Mirovan (IHD) ragihand ku girtîgehên Tirkiyê bûne navendên binpêkirina mafên mirovan û îşkence û kiryarên xerab lê zêde bûne û tekez dike, tevî hemû daxwazan jî 605 girtiyên nexweş ku rewşa wan giran e, nayên berdan.

Şaxên Edene, Mêrsîn, Hetay û Îskenderun yên Komeleya Mafên Mirovan, li ser binpêkarî û kiryarên li girtîgehan û tedbîrên ji bo rêlibergirtina wan li Hetayê civînek pêk anîn.

Jibilî hevserokên şaxên wan bajaran ên IHDê, hejmareke zêde ya çalakvan û aktîvîstên mafên mirovan jî di civînê de amade bûn.

Fokusa civînê taybet li ser binpêkariyên li bajarên herêma Çukurova ya Tirkiyê bû û Hevserokê IHD a Îskenderunê Coşkun Selçuk daxuyaniya hevbeş xwend tekez kir ku girtîgeh bûne `navenda binpêkirina mafên mirovan` û girtî rastî kiryarên xerab û dermirovî tên.

Coşkun Selçuk behsa rewşa girtiyên nexweş jî kir û aşkera kir ku niha di zindanan de 605 girtiyên nexweş hene û rewşa tendirustî ya 604 ji wan giran e.

Hevserokê IHD a Îskenderunê, behsa rewşa siyasetmedar Aysel Tugluk jî kir û got, Tugluk û Siddik Gulerê 82 salî jî di nav de tevî ku rewşa wan gelek xerab e ew girtiyên nexweş nayên berdan.

Coşkun Selçuk amaje bi wê kir, bûyerên îşkenceya li zindanan û herwiha zêdebûna hejmara kesên di zindanan de dimirin, nîşan didin ka rewşa çiqas metirsîdar e û tekez kir ku ew dê ji bo rêlibergirtina îşkence û kiryarên xerab ên li zindanan hemû derfet û şiyanên xwe bikar bînin.