Nerazîbûnên li dijî îşkencekirina ciwanê Kurd berdewan in

Bi sedan Dêrsîmî û siyasetmedar û saziyên sivîl li Kolana Hunerê civiyan û li dijî îşkencekirina ciwanekî Kurd ji aliyê polîsan ve nerazîbûn nîşan dan.Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, polîsan 11ê Nîsanê bi şev ciwanê bi navê Dogukan Gul…

14 Nîsan 2022

 Bi sedan Dêrsîmî û siyasetmedar û saziyên sivîl li Kolana Hunerê civiyan û li dijî îşkencekirina ciwanekî Kurd ji aliyê polîsan ve nerazîbûn nîşan dan.

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, polîsan 11ê Nîsanê bi şev ciwanê bi navê Dogukan Gul desteserkirin û li Rêveberiya Ewlekariya Dêrsimê îşkence lê kirin. Dogukan Gul li nexweşxaneyê rapora lêdanê wergirt û li dijî polîsan gilî tomar kir.

Dogukan Gun ciwanê Îşkence lê hatiye kirin got  “Ez demjimêr 11ê êvarê li Taxa Ataturk dimeşiyam, otomobîlên polîsan hatin li cem min sekinîn û ji min re gotin `te teqe kiriye` û bi zorê min li otomobîlê suwar kirin. Min birin rêveberiya ewlekariyê û li wêderê 15-20 polîsên ji hêzên taybet êrîşî min kirin, min danîn erdê û li min dan.”

Xelkê Dêrsîmê li dijî îşkenceya polîsan daxuyaniyek dan û bûyer şermezar kirin.

Nûnerê Komeleya Mafên Mirov Gurbuz Solmaz dibêje “Em li vêderê li pêşberî we careke din îşkenceya ku li Dogukan Gun hatiye kirin şermezar dikin û dixwazin bibêjin rast nabînin.”

Parlamenterê HDPê yê Dêrsîmê Alican Onlu jî dibêje, li Dêrsîmê her tişt di destê Serokê Şaxa AKPê û alîgirên wezîrên navxwe de ye û ti bandoreke parêzgar nîne, ku em daxwazekê jê bikin.

Parlamenterê HDPê yê Dêrsîmê Alican Onlu diyar kir “Ev faşîzm ne tenê li Dêrsîmê ciwanê me, ev faşîzm li Kurdistanê û her cihê welat jinê dikuje, xwezayê tine dike, kedkar dikuje, mirovahiyê dikuje, wicdanê dikuje. Me çend caran daxuyanî da; li vêderê berpirsê bajêr nîne, parêzgar nîne ku em bang li wî bikin. Li vêderê Serokê Şaxa AKPê û kadroyên wezîrê karên tawanê hene, em hêviya tiştekî ji wan nakin.”

Li gor rapora Weqfa Mafên Mirov a Tirkiyê, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di çar salên dawî de herî kêm 13 hezar û 965 kes ji aliyê hêzên emnî ve bi îşkence hatin desteserkirin û ji wan 266 kes birîndar bûn.