Li Wanê tîmên şaredariyê bi lêdanê midexaleyî welatiyan kirin

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê tîmên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin rê nedan welatiyan ku çayê bifrojin û bi lêdanê midexaleya wan kirin.Li gor dîmenên ku li ser medya civakî hatine belavkirin 7ê…

9 Nîsan 2022

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê tîmên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin rê nedan welatiyan ku çayê bifrojin û bi lêdanê midexaleya wan kirin.

Li gor dîmenên ku li ser medya civakî hatine belavkirin 7ê Nîsana 2022ê tîmên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji aliyê qeyum ve tê birêvebirin, li cihê ku her sal di meha  Remezanê de welatî piştî fitarê çayê difroşin  bi lêdanê midexaleyî welatiyan dike û dest dîtîne ser kelûpelên wan. Li beramberî vê yekê di navbera welatiyan û tîmên şaredariyê pevçûn derketiye.

Di dîmenan de tê dîtin ku tîmên şaredariyê û otomobîla polîsan bi darê zorê midexaleyî welatiyan dikin û zirarê didin kelûpelên wan.

Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin yê Wanê Bekir Kaya 17ê Mijdara 2016an hate desteserkirin û li cihê wî qeyum hate danîn. Heta niha Bekir Kaya girtiye û Şaredariya Wanê ev 6 sale ji aliyê qeyum ve tê birêvebirin.