Serokwezîr Barzanî: Em ê di demeke nêzîk de gazê hinardeyî Tirkiye û Ewropayê bikin…

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Duşemê iya di Korbenda Cîhanî ya Enerjiyê ku li Dubey birêve diçe, gotarek bi sernavê “Pêşvebirina Enerjiyê, Hinardekirin û Pêşeroja Herêma Kurdistana Iraqê” pêşkêş kir û destnîşan kir, dahatu li ser enerjî tê avakirin…

29 Adar 2022

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Duşemê iya di Korbenda Cîhanî ya Enerjiyê ku li Dubey birêve diçe, gotarek bi sernavê “Pêşvebirina Enerjiyê, Hinardekirin û Pêşeroja Herêma Kurdistana Iraqê” pêşkêş kir û destnîşan kir, dahatu li ser enerjî tê avakirin û got, “Em jî endamekî aktîf ê civaka navdewletî ne.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di gotara xwe de destnîşan kir; “Piştrast im ku Herêma Kurdistanê dibe çavkaniyeke girîng a enerjiyê li cîhanê. Em dê di demeke nêzîk de gaza sirûştî hinardeyî Iraq, Tirkiye û Ewropayê bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de got, piştî pêncî salî Îmaratê her du armancên xwe pêk anîn, ew welat hêzê dide hemû herêmê û serkirdatiya wê jî bi awayekî jîrane çavkaniyên xwezayî û karînên mirovî bi kar tîne.

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Di her pêngava roja we de, enerjî bi berdewamî û rasterast hatiye bikaranîn, li cîhanê ti welatekî din bi vî awayî bi bandor nebûye di bikaranîna enerjiyê weke binemayekê ji bo avakirina welat.”

Serokwezîr Barzanî da zanîn: “Dixwazim spasiya Wezîrê Enerjiyê yê Îmaratê Suhêl Mihemed El Mazrouei û Serokê Encûmena Atlantic Frederick Kempe bikim ku ez vexwandim dest bi vê lûtkeyê bikim ku di demeke guncaw de hatiye. Herwiha spasiya rêkxerên vê korbendê dikim ji bo sazkirin û komkirina me hemûyan li vir.”

Mesrûr Barzanî got: “Di heyama kêmtir ji mehekê de, ev cara duyem e ez li vir im, bi armanca dirustkirina pêwendiyên cidî, herwiha ji bo fêrbûna ji ezmûna we. Di her pêngaveke vê serdanê de, min guftûgoyên tijî zanyarî ligel serkirde û bîrmendan kir.”

Herwiha Mesrûr Barzanî da zanîn: “Gelek nêrînên me yên hevbeş hene. Em welatiyên xwe diparêzin û xizmeta wan dikin. Di heman demê de jî, penagehê ji xelkên din re pêşkêş dikin. Em endameke aktîf a civaka navdewletî ne û kar ji bo dabînkirina pêşerojeke baştir dikin.”

K24