Li Şam û Humsê 2 otobusên leşkerî hatin teqandin

Di encama teqîna du otobusên leşkerî li bajarê Şamê û parêzgeha Humsê de, 2 leşker hat kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” li ser zarê jêderekî leşkerî belav kir, îro danê sibê li folka Cemarik…

15 Sibat 2022

Di encama teqîna du otobusên leşkerî li bajarê Şamê û parêzgeha Humsê de, 2 leşker hat kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.

Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” li ser zarê jêderekî leşkerî belav kir, îro danê sibê li folka Cemarik a bajarê Şamê, bombeyek ku di otobuseke leşkerî de hatibû çandin, teqiya.

SANA diyar kir, di encama teqînê de, leşkerek hatiye kuştin û 11 leşkerên din jî birîndar bûne.

Ji aliyekî din ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, otobuseke leşkerî li parêzgeha Humsê li ser riya Humis – Muhîn teqiya û di encamê de leşkerek hat kuştin û çend leşkerî jî birîndar bûn.

Diyar kir jî, ew kuştî û birîndar ji bo nexweşxaneya bajarokê Muhîn hatin veguhastin û hêzên rêjîma Sûriyê dorpêçeke ewlekarî li derdora nexweşxaneyê ferz kirin.

Roja 20ê Cotmeha borî jî, di encama teqandina otobuseke leşkerî li Şamê, 14 leşker ketibûn kuştin û hejmareke din jî birîndar bûbûn.