Artêşa Tirkiyê li Dêrsimê dest bi operasyoneke nû kir

Wezareta Bervaniyê ya Tirkiyê ragihand ku artêşa wî welatî li sînorê parêzgeha Dêrsimê dijî gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke nû ya bi navê Eren Zivistan-23 kiriye.Li gor daxuyaniyekê ku îro Şemiyê 12uê Sibata 2022ê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê…

13 Sibat 2022

Wezareta Bervaniyê ya Tirkiyê ragihand ku artêşa wî welatî li sînorê parêzgeha Dêrsimê dijî gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke nû ya bi navê Eren Zivistan-23 kiriye.

Li gor daxuyaniyekê ku îro Şemiyê 12uê Sibata 2022ê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve hatiye belavkirin, operasyona bi navê “Eren Zivistan-23” vê sibê bi beşdarbûna hezar û 62 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û cerdevanan destpê kiriye.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê doh 11ê Sibata 2022ê jî diyar kiribû ku li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê operasyona bi navê “Eren Zivistan-22” daye destpêkirin.

Bi hatina demsala zivistanê li nav Tirkiyê operasyonên “Eren Zivistan” dijî gerîlayên PKKê destpê kirine. Operasyona “Eren Zivistan-1” roja 9ê Cotmeha 2021ê li devera Besta sînorê parêzgeha Şirnexê bi beşdarbûna 1550 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û gundparêzan destpê kiribû ku ji 121 tîmên cuda pêk hatibûn.

Rûdaw