NY: Êrîşên Tirkiyeyê binpê kirina serweriya Îraqê ye

Beriya du rojan Tirkiye êrîşî çend navçeyan kiribû.Nuneratiya Netewên Yekgirtî li Îraqê li ser twitterê peyamek derbarê êrîşên esmanî yên Tirkiyeyê yên bo ser Mexmûr, Şingal û çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê belav kiriye.Di peyamê de nuneratiya NY diyar kiriye ku…

3 Sibat 2022

Beriya du rojan Tirkiye êrîşî çend navçeyan kiribû.

Nuneratiya Netewên Yekgirtî li Îraqê li ser twitterê peyamek derbarê êrîşên esmanî yên Tirkiyeyê yên bo ser Mexmûr, Şingal û çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê belav kiriye.

Di peyamê de nuneratiya NY diyar kiriye ku êrîşên han dibin sedema aloztir kirina rewşa ewlekarî ya deverê û gihandina ziraran bi xelkê medenî.

NY herwiha eşkere kiriye ku ev êrîşên han binpê kirina serweriya axa Îraqê ye û lazime Tirkiye rêzê ji serweriya cîranên xwe bigire û bi rêya diyalogê kêşeyên heyî çareser bike.

Weke tê zanîn du şev beriya niha Tirkiye li dijî PKK û YPGê operasiyoneke berfire ya esmanî lidar xistibû û çend cîh û herêmên curbicur bordiman kiribû.