Lîstikvana sînemayê Evîn Ehmedî di nav 10 stêrkên Ewropa de ya 2022a ye

Juriya navneteweyî ya Fîlmên Ewropa Promotion (EFP) lîstikvana swêdî - kurd Evîn Ehmedî, temenê wî 31salîye, yek ji wan ji deh Stêrkên Ewropî ji bo sala 2022an hat binavkirinê.Evîn Ehmed wek yek î ji aktorên herî hêvîdar û balkêş li…

15 Çile 2022

Juriya navneteweyî ya Fîlmên Ewropa Promotion (EFP) lîstikvana swêdî – kurd Evîn Ehmedî, temenê wî 31salîye, yek ji wan ji deh Stêrkên Ewropî ji bo sala 2022an hat binavkirinê.

Evîn Ehmed wek yek î ji aktorên herî hêvîdar û balkêş li Ewropayê hat hilbijartin.

Gor motivasyona jûriyê:
Evîn Ehmed enerjiya xwe bi gellek aliyan ve  bi ostayî hevûdu  girêdide û her weha xwediyê hestek hişmendiya mîzahêye. Cazîba/ dilnivaziya wê tabîî û bêmirês/ sade ye.

Ehmedî dibê: – Ev bi rastî tiştek ku min xeyal dikir bû!  Bi salan e ez festîvalê dişopînim.

Çapa îsal ya Ewropa Shooting Star, dê bibe ya 25emîn li pey hev û deh lîstikvanan dê pêşkêşî çapemenî, temaşevan û pîşesaziya sînemayê ya navneteweyî bike.  Bernama festîvalê wê di 11-14ê Sibatê de di çarçoveya Festîvala Fîlman ya Berlînê de pêk bê.

Di payîza 2017an de yekem romana wê ya bi navê “Rojek ez ê qesra pereyan ava bikim”  hat çapkirin.   

Evîn hê 16-salîtiya xwe de dest bi fîlma xwe ya dirêj kir. Heta niha gelkek filmande rol girtiye. Evîn Ahmed Şereftî  bûye karê xwe de.

Hin nimûnên filmografî ya Evin Ahmed:

– Ett öga rött (2007) 
– I nöd eller lust (2015)
– Dröm vidare (2017) 
– Vilken jävla cirkus (2017) 
– Girls of the Sun (2018) 
– Ring mamma! (2019) 
– Vår tid är nu ( 2019)
– The Rain. ( 2019)
– Tusinami  (2020)
– Snabba cash ( 2021)

https://www.dn.se/kultur/evin-ahmad-utsedd-till-shooting-star/

g.webps-002.jpg