Di xwepêşandanên Kazaxistanê de 164 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Kazaxistanê ragihand, di xwepêşandanên rojên dawî de 164 kes hatine kuştin.Li gor daneyên ku medyaya Kazaxistanê ji Wezareta Tenduristiyê ragihandine, piraniya qurbaniyan li Alma-Atayê hatine tomarkirin ku 103 kes lê canê xwe ji dest dane.Destnîşan kirin, li…

10 Çile 2022

Wezareta Tenduristiyê ya Kazaxistanê ragihand, di xwepêşandanên rojên dawî de 164 kes hatine kuştin.

Li gor daneyên ku medyaya Kazaxistanê ji Wezareta Tenduristiyê ragihandine, piraniya qurbaniyan li Alma-Atayê hatine tomarkirin ku 103 kes lê canê xwe ji dest dane.

Destnîşan kirin, li herêma Kyzylorda 21 kes, li Gambîlê 10, li derdora Alma-Ata jî 8 kes hatin kuştin.

Ev di demekê de ye, rayedarên Kazaxistanê kuştina sê zarokên ku temenê wan di navbera 3 û 15 salî de ragihandibû.

Ji aliyekî din ve, Wezareta Navxwe ya Kazaxistanê bi daxuyaniyekê ragihand, 5 hezar û 135 kes hatin girtin.