Hikûmeta Alman: Çalakiyên sîxurtiyê yên MÎTa Tirk zêde bûne

Hikumeta Alman eşkere kir ku di salên dawî de çalakiyên Saziya Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) ên sîxurtiyê li welatê wan zêde bûye. Parlementera Partiya Çep a Almanyayê Sevîm Dagdelen, pirsanemeyek pêşkeşî hikûmeta Almanyayê kiriye û mijara sîxurtiyê ya MÎTa Tirkiyê xistiye…

6 Çile 2022

Hikumeta Alman eşkere kir ku di salên dawî de çalakiyên Saziya Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) ên sîxurtiyê li welatê wan zêde bûye. 

Parlementera Partiya Çep a Almanyayê Sevîm Dagdelen, pirsanemeyek pêşkeşî hikûmeta Almanyayê kiriye û mijara sîxurtiyê ya MÎTa Tirkiyê xistiye rojeva Meclîsa Federal a Almanyayê û hikûmetê jî bersiv daye.

Hikumetê Alman di bersiva pirsnameyê de diyar kiriye ku ji ber çalakiyên sîxurtiyê yên MÎTê di sala 2020an de 4 û di sala 2021ê de jî 6 lêpirsîn hatine destpêkirin, lê ji bo du lêpirsînên sala borî biryara ‘neşopandinê’ hatiye dayîn.

Di nûçeya medya Alman de hatiye gotin ku li gorî texmînan li Almanyayê 8 hezar kes ji MÎê re dixebitin.

Heriha hatiye diyakirkirin ku di xebatên îstîxbaratê de saziya Yekîtiya Tirk Îslam a Karên Diyanetê-DÎTÎB roleke mezin dilîze ku 900 mizgeftên wê hene û meleyên li van mizgeftan agahiyên derbarê mûxalifên deshilatdariya Erdogan de yekser digihînin konsolosxane û balyozxaneyên Tirkiyê.