Koçberên Rojhilatê Kurdistanê yên li Sûriyê hatin azadkirin

Wezareta derve ya Îranê ragehand, ew welatiyên kurd yên Rojhilatê Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiyê ve teslîmî çekdarên Sûrî hatibûn kirin, hatine berdan û dê vegerin nav malbatên xwe.Berdevkê wezareta derve ya Îranê, Seîd Xetîbzade ragehand, ew 9 welatiyên kurd…

1 Çile 2022

Wezareta derve ya Îranê ragehand, ew welatiyên kurd yên Rojhilatê Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiyê ve teslîmî çekdarên Sûrî hatibûn kirin, hatine berdan û dê vegerin nav malbatên xwe.

Berdevkê wezareta derve ya Îranê, Seîd Xetîbzade ragehand, ew 9 welatiyên kurd yên Rojhilatê Kurdistanê ku havîna sala 2021 ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hatibûn girtin û teslîmî çekdarên Sûrî hatibûn kirin, bi hevkarî û hemahengiya navbera Tirkiye, Îran û Sûriyê hatine berdan û derbasî Tirkiyê bûne.

Xetîbzade daye zanîn jî, ew welatiyên kurd dê îro (1 Çile) ji sînorê Kapikoy (Wan) û Razî (Xoy) re derbasî Îranê bibin û vegerin nav malbatên xwe.

8 kes ji wan welatiyên kurd xelkê bajarokê Pawe ne û yek jî xelkê Serdeştê ye.

Ew welatiyên Rojhilatî dema dixwastin ji Tirkiyê re derbasî Ewropa bibin û daxwaza mafê penaberiyê bikin, li Tirkiyê hatin girtin û ji bo ku teslîmî Îranê neyên kirin, xwe wek welatiyên Sûrî dabûn nasandin, ji ber wê jî ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve teslîmî çekdarên Sûrî hatibûn kirin. Ew zêdetirî 4 mehan li bajarokê Ezazê di destê çekdarên Sûrî de girtî bûn.