Sîrwan Barzanî: Pênc terorîstên DAIŞê hatin kuştin

Di du operasyonên cuda yên Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê de pênc terorîstên DAIŞê hatin kuştin.Di du operasyonên cuda yên Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê de bi hemahengiya artêşa Hevpeymanan û artêşa Iraqê, pênc terorîstên DAIŞê hatin kuştin.Fermandarê Mîhwera Giwêr – Mexmûrê Sîrwan Barzanî…

31 Kanûn 2021

Di du operasyonên cuda yên Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê de pênc terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Di du operasyonên cuda yên Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê de bi hemahengiya artêşa Hevpeymanan û artêşa Iraqê, pênc terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Fermandarê Mîhwera Giwêr – Mexmûrê Sîrwan Barzanî ji K24ê re ragihand; bi hevkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê û artêşa Iraqê, di du operasyonên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê de bo ser cihên DAIŞê yên li quntara rêzeçiyayên Qereçûxê, pênc terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Demek e hêzên Pêşmerge bi hevkarî û hemahengiya Hevpeymanan û artêşa Iraqê, li pey jinavbirina DAIŞê ne, ku car caran êrîş dikin ser hêzên cuda cuda û welatiyên wan deveran.