Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Şêwirmendê nû yê Almanyayê Olaf Scholz kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pîrozbahî li Şêwirmendê nû yê Almanyayê Olaf Scholz kir.Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser twitterê bi zimanê Kurdî û Almanî peyameke pîrozbahiyê belav kir û diyar kir: ‘‘Ji ber destbikarbûnê, pîrozbahiyê li şêwirmendê nû…

9 Kanûn 2021

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pîrozbahî li Şêwirmendê nû yê Almanyayê Olaf Scholz kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser twitterê bi zimanê Kurdî û Almanî peyameke pîrozbahiyê belav kir û diyar kir: ‘‘Ji ber destbikarbûnê, pîrozbahiyê li şêwirmendê nû yê Almanyayê birêz Olaf Scholz û kabîneya nû dikim. Hêviya serkeftinê bo wan dixwazim.’’

Nêçîrvan Barzanî eşkere kir: ‘‘Spasiya piştevanî û hevkariya Almanyayê ya ji bo Herêma Kurdistanê dikin. Em xwazyarê pêkve karkirinê ne û pêşxistineke zêdetir a pêwendî û alîkariya hevbeş in.’’