Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Kanada li Iraqê Orlick Shannon kir

Serok Mesûd Barzanî îro 24ê Cotmeha 2021ê, pêşwazî li Balyozê Kanada li Iraqê Orlick Shannon û şanda pê re kir.Di civînê de ku Berpirsê Nivîsgeha Konsulxaneya Kanada li Hewlêrê jî amade bû, behsa rewşa siyasî ya Iraqê, hilbijartinên vê dawiyê…

24 Cotmeh 2021

Serok Mesûd Barzanî îro 24ê Cotmeha 2021ê, pêşwazî li Balyozê Kanada li Iraqê Orlick Shannon û şanda pê re kir.

Di civînê de ku Berpirsê Nivîsgeha Konsulxaneya Kanada li Hewlêrê jî amade bû, behsa rewşa siyasî ya Iraqê, hilbijartinên vê dawiyê û qonaxa piştî hilbijartinan hat kirin.

Serok Barzanî diyar kir, serkeftina piroseya siyasî li Iraqê girêdayî bihêzbûna demokrasiyê û bicîhanîna hevbeşiyê û rêzgirtin li mafên hemû pêkhateyên Iraqê ye.

Di hevdîtinê de her du aliyan behsa pêwendiyên dostaniyê yên gelê Kurditanê û gelê Kanada kirin.