Senatorên Amerîkî li ser binpêkirina mafên kurdan ji aliyê Erdogan ve nameyek ji Biden re şandin

Komek senatorên Amerîkayê ji serokê Amerîka Joe Biden daxwaz dikin ku binpêkirinên Serkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li hember kurdan bi tundî şermezar bike û jê re sînorekî deyne.10 senatorên Komarî û Demokrat li Encûmena Nûneran a Amerîkayê, li ser…

2 Cotmeh 2021

 Komek senatorên Amerîkayê ji serokê Amerîka Joe Biden daxwaz dikin ku binpêkirinên Serkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li hember kurdan bi tundî şermezar bike û jê re sînorekî deyne.

10 senatorên Komarî û Demokrat li Encûmena Nûneran a Amerîkayê, li ser binpêkirina mafên Kurdan ji aliyê Serkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve, nameyek ji Serokê Amerîkayê Joe Biden re şandin.

Name bi serperiştiya Senator Chris Van Hollen ê Demokrat û Senator James Lankford ê Komarî ji Joe Biden re hatiye şandin.

Di nameyê de hatiye diyarkirin ku Partiya Demokrat a Gelan (HDP) sêyem partiya Tirkiyê ye û niha desthilat hewl dide ku wê partiyê bigre, ji Biden hatiye xwestin ku Erdogan agahdar bike û eger HDP were girtin, zextên li ser Kurdan dê berdewam bibin û encamên wê dê gelek xirab bibin.

Herwiha ji Serokê Amerîkayê Joe Biden hatiye daxwazkirin ku ji bo cîbicîkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û azadkirina Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş, zext li Tirkiyê were kirin.