“PKKê li Şingalê 52 kes revandin”

Fermandarek ji Fermandariya Şingalê ya Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê ragihand; Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) zêdetirî 52 kesên xelkê Şingalê revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.Şemo Îdo, fermandarê ji Fermandariya Şingalê ya Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê ragihand: “52 kes li…

29 Îlon 2021

Fermandarek ji Fermandariya Şingalê ya Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê ragihand; Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) zêdetirî 52 kesên xelkê Şingalê revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Şemo Îdo, fermandarê ji Fermandariya Şingalê ya Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê  ragihand: “52 kes li Şingalê ji aliyê PKKê ve hatin revandin û heta niha winda ne.”

Îdo eşkere kir: “Xelkê Şingalê ji reftarên PKKê aciz in û piraniya wan dixwazin pêwendî bi rêzên PDKê bikin.”

(K24)