Bi amadebûna Mesrûr Barzanî merasîma ragihandina îdareya serbixwe ya Zaxo birêve diçe

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî merasîma ragihandina îdareya sebixwe ya Zaxo birêve diçe.Îro duşemê 20 Îlonê di demjimêr 11:00an de, bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî merasîma ragihandina îdareya serbixwe ya Zaxo dê were lidarxistin.Serokwezîr Mesrûr Barzanî di 28ê…

20 Îlon 2021

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî merasîma ragihandina îdareya sebixwe ya Zaxo birêve diçe.

Îro duşemê 20 Îlonê di demjimêr 11:00an de, bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî merasîma ragihandina îdareya serbixwe ya Zaxo dê were lidarxistin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di 28ê Tîrmeha 2021ê de biryar da, navçeyên Soran û Zaxo bibin îdareyên serbixwe û wezaretên pêwendîdar ji bo cîbicîkirina vê biryarê raspart.

Zaxo dikeve bakurê parêzgeha Duhokê, ji sala 1864an ve bûye qeza, rûbera wê 1209 kîlometre çargoşe ye û hejmara nişteciyên wê zêdetirî 300hezar kes e, ji bilî vê hejmarê, 90 hezar aware û penaber li vê qezayê dijîn.

Qezaya Zaxo ji bajarojên nahiyeyên Batîfa, Derkar û Rizgarî pêk tê, li sînorê qezayê 187 gund hene, 92 gund avakirî û 95 gund jî ji ber şerê PKK û Tiriyê nehatine avakirin.

Ji aliyê aborî be pêgeheke girîng a Zaxoyê heye û Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl li sînorê qezayê Zaxo ye ku Herêma Kurdistanê û Tirkiyê bi hev ve girê dide û rêyeke bazirganiyê ya girîng e ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê.

K24

Zaxo