Dr. Cotyar Adil: Em weke heqê xwe dibînin ku Pêşmerge vegere Kerkûkê

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand; îstiqrara Herêma Kurdistanê di berjewendiya îstiqrara navçeyê de ye û lijneya lêkolînê derbarê êrîşa ser Balafirgeha Hewlêrê de lêkolînên xwe didomîne.Cotyar Adil di civîna çapemeniyê de derbarê êrîşa ser Balafigeha Navdewletî ya Hewlêrê…

16 Îlon 2021

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand; îstiqrara Herêma Kurdistanê di berjewendiya îstiqrara navçeyê de ye û lijneya lêkolînê derbarê êrîşa ser Balafirgeha Hewlêrê de lêkolînên xwe didomîne.

Cotyar Adil di civîna çapemeniyê de derbarê êrîşa ser Balafigeha Navdewletî ya Hewlêrê de ragihand: “Em ligel Hevpeymanan li ser xetê ne û lêkolîn berdewam in, piştî temambûna lêkolînan biryara pêwîst dê were dayîn.”

Li ser hemahengiya Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê li wan deverên ku valahiya ewlehiyê heye, Cotyar Adil diyar kir: “Li ser daxwaza me, hemahengî di navbera herdu aliyan de hatiye holê û weke Hikûmeta Herêmê em pêwîst dizanin li wan deveran hemahengî hebin ji bo ku rêgirî li liv û tevgerên DAIŞê were kirin.”

Derbarê vegera Pêşmerge bo Kerkûkê de jî Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Em weke heqê xwe dibînin ku bi hemahengî û rêkeftina ligel Iraqê, Pêşmerge veger Kerkûkê.”