PAK: Em êrîşên Dewleta Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê protesto dikin

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi daxuyaniyekî nivîskî êrîşên Dewleta Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir.Daxuyaniya ku ji alîyê Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê ve hat dayîn wiha ye:"Li gorî agahdarîyên gihîştine ber destên me, Sûpaya Pasdaran a…

9 Îlon 2021

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) bi daxuyaniyekî nivîskî êrîşên Dewleta Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Daxuyaniya ku ji alîyê Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê ve hat dayîn wiha ye:

“Li gorî agahdarîyên gihîştine ber destên me, Sûpaya Pasdaran a Îranê, roja 09.09.2021ê, serê sibehê bi firokeyên bê firokevan û topan, bi bahaneya ku binkeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê lê hene, li herdu navçeyên sînorî yên Sîdekan û Balekayetî yên Herêma Kurdistanê, topbaran û bombedûman kirîye. Qaymeqamê Çomanê jî dibêje, ‘li gor zanyariyên destpêkê, ji xelkê sivîl tu ziyanên canî nebûye.’

Ev êrîşên ku Dewleta Îranê yên li ser hidûdê Rojhilat û Başûrê Kurdistanêpêk anîne, êrîşên dagirkerane ne û nîşana tirsa rejîma Îranêya ji Hêza Pêşmergeyên Rojhelatê Kurdistanê ye.

Herweha Dewleta Îranê bi van êrîşan dixwaze Herêmê Kurdistanê tehdît bike, dixwaze aramî û pêşketina Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê têk bide.

Em êrîşên Dewleta Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê protesto dikin.

Em li gel xuşk û birayên xwe yên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ne.

Em dibêjin parastina destkeftinên federe yên Herêma Kurdistanê wazîfe û berpirsyarîyeke neteweyî, niştimanî ya hemû kurdên cîhanê ne.”

09.09.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê