Agir bi daristanên Çiyayê Cudî ​ket

Li Çiyayê Cudî ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê agir bi daristanê ket. Herwiha agirê daristanên navçeya Bestayê jî nehatiye kontrolkirinLi gor çavkaniyên xwecihî, agir derengê şeva Duşembê 6ê Îlonê li nêzîkê gundê Sipîndarokê derketiye, lê ti hewldanek bo…

7 Îlon 2021

 Li Çiyayê Cudî ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê agir bi daristanê ket. Herwiha agirê daristanên navçeya Bestayê jî nehatiye kontrolkirin

Li gor çavkaniyên xwecihî, agir derengê şeva Duşembê 6ê Îlonê li nêzîkê gundê Sipîndarokê derketiye, lê ti hewldanek bo kontrolkirina agir nîne.

Sedema derketina agir nayê zanîn û ji ber bayê zêde agir berbelav dibe. Li aliyekî din li 10 cihên daristanên navçeya Bestayê ya Şirnexê ku çend roj e agir derketiye.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, ti hewldanek nîne bo vemirandina wan agiran û her ku diçe zêdetir berbelav dibin.

Zêdetirî mehekê ye li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gelek bajar û bajarokan agir bi daristanan dikeve û dibe sedema zirareke mezin.

Heta niha jî li bajarên Bakurê Kurdistanê wek Colemêrg, Dêrsim agirên daristanan ku berdewam dikin heye.