Ji xelkê Efrînê li dijî Tirkiyeyê xwepêşandan!

Xelkê bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê li dijî gef û tehdîdên Tirkiyê xwepêşandan kirin.

18 Çile 2018

Îro danê sibê bi sedan welatiyên Efrînê li meydana bajêr kom bûn û li dijî gefên Tirkiyê li ser wê herêma Rojavayê Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan.

Li gorî agahiyan, beşek mezin ji dikandaran jî dikanên xwe girtin û tevlî xwepêşandanê bûn, xwepêşandan heta niha jî didome